Tomarkirin ji bo fêrkariyê li gorî Xala 42 û 43 ji Qanûna Parastina li hemberî Enfeksyonê



0%


Xalên giştî yên beşdarî û tomarkirinê ji bo "Fêrbûna li gorî beşên 42 û 43 ji Qanûna Parastina ji Enfeksyonê":

  1. Beşdarî
  2. Di dewamê te te ev derfet heye ku ji bo fêrbûna serhêl li gorî Qanûna Parastina ji Enfeksyonê tomar bikî ku qanûnên paqijiyê yên herî girîng ji bo serederiya digel madeyên xwariniyê raberî te dike. Piştî tevavbûna kûrsê, tu yê sertîfîkayekê bigirî ku divê raberî dabînkera karê xwe bikî. Serhêl anku online tê vê wateyê ku tu dikarî fêrbûnê ji malê yan ji cihekî din pêk bînî. Tiştê ku te hewceyî pê heye tenê komputereke kesane, Notebook, tablet, Jîrefon an babetên wiha û girêdaneke înternetê ya mayînde ye.
    Ji bo beşdariyê divê lêçûna wê were dayîn. Tu dikarî zanyariyên zêdetir li "2. Tomarkirin" bibînî.
    Di vê pêvajoyê da: Tu yê fîlmeke derdora 20 deqeyî bi Zimanê Almanî bibînî (zimanên derveyî bi awayê jêrnivîs dihên nîşandan) û belgeyeke zanyariyan bixwînî (bi gellek zimanan heye). Di dawiyê da, testeke çendbijardeyî (ji bo nirxandinê) bi cih tînî da ku serkeftinaxwe di hînbûnê da biselimînî. Her wiha eger pêwîst bike, dikarî vê testê dubare bikî.
    Piştî wê tu dikarî gewahiya testa serkeftî bilez daxînî. Her wiha di babetên itîsna da em ê wê bi rêya Emailê bo te bişînin. Lêbelê ji ber ku şandina bi rêya Emailê veguhestineke ewleh nîne, em derbarê rîskên têkildarî wê te hişyar dikin.
    Demên fêrkariyê ji Duşemî heta Îniyê saet 8:00-20:30 û rojên Şemiyê ji saet 9:00 heta 15:30 ne.
    TZG (Technologiezentrum Glehn GmbH, Hauptstraße 76, 41352 Korschenbroich-Glehn) platformeke fêrkirinê dabîn dike û ji bo bersivdana bo pirsa teknîkî ya berê, di demê û piştî fêrkariyê da li ber dest e. Naveroka teknîkî ya fêrkariya serhêl li gorî Beşên 42 û 43 ji Qanûna Parastina ji Enfeksyonê hatiye sehkirin û ji aliyê Ofîsa Tenduristiyê va hatiye piştrastkirin.
  3. Tomarkirin
  4. Tu divê bi bikarhanîna pêvajoya xwarê ji bo fêrbûnê tomar bikî. Ji kerema xwe tarîxa fêrbûnê ji ddemên heyî bibijêre. Tu bi dayîna Lêçûna 26,00 Euro ya bi awayê rasterast a serhêl, demê vediqetînî. Veguhestin bi rêya pêşperedanê va jî pêkan e. Ji kerema xwe bo vê mebestê digel   0 2182 - 8507 - 65 a me têkilî dayîne û bala xwe bide ser dewama wê, ji ber ku tenê piştî peredanê, tu yê lînka veqetandina tarîxê wergirî.
    Piştî tomarkirinê tu yê bi rêya Emailê piştrastkirineke tomarkirinê/gihêjekekê wergirî ku dikarî wê raberî dabînkera karê xwe bikî.
    Tu dikarî şiroveya deqîq û tam a fêrkirina paqijiyê li lînka xwarê bibînî: Pêvajo
    Ji kerema xwe niha yan herî pirr beriya fêrbûna xwe, vê pêvajoyê bi baldarî bixwîne.
    Xizmetên xwarê di fêrbûna serhêl da hatine bicihkirin: Fêrkirin, derxistin û şandina Sertîfîkayê..
    Bijardeyên peredanê yên xwarê ji bo te li ber dest in:
    • Giropay (Veguhestina Serhêl)
    • Karta Krediyê
    • PayPal
    • Veguhestin bi rêya Pêşperedanê (Tenê ji bo xetê telefonê yê.   0 2182 - 8507 - 65 pêkan e Veqetandina demê tenê piştî wergirtina lêçûnê Dema vekolandinê derdora 4 roj)
     Têbîniyên din:
    • Daşikandineke/kêmkirineke lêçûna fêrbûnê tenê beriya tomarkirinê pêkan e! Daşikandina lêçûnê nikare piştra pêk were!
    • Sertîfîkaya beşdariya di kûrsa fêrbûnê da nabe ku zêdetirî 3 mehan ji destpêka karê te bo cara yekem be.
    • Tevahiya pêvajoya fêrbûnê bi giştî derdora 45 deqeyan dem dibe.
    • Tu dikarî ji nav zimanên xwarê bibijêrî:
      • Albanî*, Erebî, Bolgarî*, Çînî*, Almanî (di nav da Zimanê Amajeyê), Almanî (Zimanê Xwerû), Inglîzî, Farisî, Fransî*, Yûnanî*, Î talî*, Japonî*, Koreyî*, Krowatî*, Kurdî*, Polonî, Portekîzî*, Rûmanyayî, Rûsî, Sirbî*, Slowakî*, Spanyayî*, Çekî*, Tirkî*, Ukraynî, Hungaryayî Viyêtnamî*
      • * = Vîdyo tenê bi jêrnivîs
    • Têkiliya vîdyoyî ku di dema fêrbûnê da ji bo armancên naskirinê pêk tê, bi Zimanê Almanî ye.
    • Eger te hin nîşaneyên Qedexetiya Çalakiyê hene, ji kerema xwe bi awayê rasterast digel Ofîsa Tenduristiyê ya Berpirsê xwe têkilî dayîne!



Daxuyaniya Parastina Daneyan